Di muzakereyên DYE-Îranê de komên xebatê hatin avakirin

Hate ragihandin ku di muzakereyên navbera DYE û Îranê de komên xebatê hatine avakirin. Her wiha Îranê jî diyar kir ku ew bi biryar e ku kontrola li ser Tengava Hurmuzê dewam bike.

Îranê ragihand ku li gel gavên erênî yên muzakereyên bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re, wê dest ji kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmuzê bernede.

GALÎBAF: TENGAVA HURMUZÊ WÊ LI REWŞA XWE YA BERIYA ŞER VENEGERE

Muzakerevanê Îranê Mûhammed Bakir Galîbaf daxuyanî da ajansa dewletê IRNA'yê û got, "Rêveberiya Tengava Hurmuzê wê ti carî li rewşa xwe ya beriya şer venegere. Îran wê rêvebirina tengavê dewam bike."

Tengava Hurmuzê ku ji sedî 20 ê gaza xwezayî ya ronkirî (LNG) û petrola cîhanê jê derbas dibe, piştî şerê ku DYE û Îsraîlê di 28'ê Sibatê de li hemberî Îranê dan destpêkirin veguherî navenda rageşiya herêmî.

DYE'YÊ PÊKANÎN BI DEMKÎ RAKIR

Alîkarê Serokê DYE'yê JD Vance anî ziman ku hevdîtinên dawiya hefteyê li Swîsreyê hatin kirin "Ji bo bidestxistina peymaneke dawî ya serketî bingehek gelekî xurt danî." Vance diyar kir ku di vê çarçoveyê de pêkanînên Emerîkayê yên li ser petrola Îranê ji bo du mehan hate betalkirin.

Rêveberiya Washingtonê ragihand ku Îranê jî qebûl kiriye ku mufetîşên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) careke din serdana welêt bikin.

Îranê jî diyar kir ku di encama hevdîtinên bi DYE'yê re li hev hate kirin ku hebûneya Îranê ya ji 12 milyar dolarî ya li derveyî welat hatiye cemidandin tavilê serbest bê berdan.

GALÎBAF LI ÛMMANÊ DANÛSTANDINAN DIKE

Heyeta Îranê ji bo nirxandina rêvebirina Tengava Hurmuzê ya paşerojê derbasî Ûmmanê bû. Di heman demê de tê payin ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan serdaneke fermî li Pakistanê bike. Hate ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio wê dest bi tûra Kendavê bike ku serdana Îmarat, Bahreyn û Kûweytê bike.

Armanc ji hevdîtinên ku bi navbeynkariya Pakistan û Qatarê têne kirin ew e ku di nava 60 rojî de metneke peymana dawî bê bidestxistin.

TÊKILDARÎ BERNAMEYA NUKEERÎ Û PÊKANÎNA KOMÊN XEBATÊ

Piştî hevdîtinên teknîkî yên li Swîsreyê hatni kirin, biryar hate dayin ku di navbera Îran û DYE'yê de çar komên xebatê bêne avakirin. Ev kom wê li ser mijarên; rakirina pêkanînan, dosya nukleerê, jinûve avakirina Îranê, rabûna aboriyê û şopandina pêvajoyê bixebitin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazem Garibabadi ragihand ku ev mekanîzma wê pêşî li peymaneke berfirehtir a navbera aliyan veke.

DOSYA LUBNANÊ JÎ LI SER MASEYÊ YE

Li ser daxwaza Tehranê bûyerên li Lubnanê jî tevlî muzakereyan hate kirin. Aliyan ji bo bidawîkirina şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê li hev kirin ku "şaneyeke rêveberiyê ya şer" ava bikin.

Serokkomarê Lubnanê Joseph Avn diyar kir ku bi telefonê bi Alîkarê Serokê DYE'yê JD Vance re li ser xurtkirina agirbestê û rawestandina operasyonên leşkerî yên Îsraîlê axivî ye.